Şervanên YPG 4 serbazên din yên Tirkiyê li Efrînê kuştin

şervanên YPG li navçeya Bilbilê ya Efrînê, tankeke artêşa Tirkiyê têkşikandin û çar serbazên Tirk kuştin û sê serbazên din jî birîndar bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) raihand, ku di çalakiyeke partîzanî de li Efrîn, şervanên wam tankeke artêşa Tirkiyê têkşikandin û çar serbazên Tirkiyê di encamê de hatin kuştin.

Navenda ragihandina YPG belav kiriye, ku "Şervanên YPG û YPJ, li navçeya Bilbilê ya Efrînê, tankeke artêşa Tirkiyê têkşikandin û çar serbazên Tirk kuştin û sê serbazên din jî birîndar bûne".

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, YPG şerê partîzanî li nav bajar destpê kir, di dawîn daxuyanî de li ser çalakiyên wan, Peyvdarê YPG li Efrînê Birûsk Hesekê eşkere kir, ku "Di nava çar rojan de, şervanên YPG û YPJ, bi çend çalakiyan 36 serbazên artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûryê li Efrînê kuştin".

Piştî nêzîkî du mehan ji êrîşên Ezmanî û zemînî li ser Efrînê, di 18 Adarê 2018an de, Tikriyê dagîrkirina Efrînê ragihand.

Ji aliyê xwe ve jî, berpirsên YPG ragihandin, ku wan bi vekişîna xwe ji Efrînê, ew bajar ji komkujiyan parastin.

N.O