Mosko pêşinyar dike çekdarên Ceyş El-Islam ber bi Minbicê ve herin
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî rojnameya El-Şerq El-Ewset, Rûsya hejmarek ji pêşinyaran daniye ber destê çekdarên Ceyş El-Islam, ku li bajarê Dûma yê Xûta Rojhilatê Şamê dimînin.
Yek ji wan pêşinyaran ku çekdar û serkirdeyên Ceyş El-Islam ji bo bajarê Minbic bên veguhestin, tevî hebûna astengiyan di navbera riya Şamê û bakurê Sûryê de.
Herwiha li gorî ku hatiye belavkirin, Mosko pêşinyar kiriye sivîl li Dûma bimînin û dezgehên Hikûmetê careke din vegerin wî bajarî û moleta pênc rojan daye çekdarên opozisyonê, ku pêşinyarên wê qebûl bikin, berî destpêkirina civîna hersê serokên Rûsî û Tirkî û Îranî, ku biryar e roja Çarşema bê, li Stenbolê bê lidarxistin.
Ji aliyê xwe ve, Tirkiyê bi berdewamî ji Amerîka dixwaze, ku piştevaniya xwe ji hêzên HSDê re li Minbic rawestîne û daxwaz dike ku HSD û YPG ji bajar bên derxistin û Minbic bi rêveberiyeke Tirkî-Amerîkî hevbeş were birêvebirin.
Herwiha ev çendîn car in, Serokê Tirkiyê radigehîne, ku artêşa welatê wî, dê operasyoneke serbazî li dijî YPGê li Minbic jî destpê bike.
N.O