Xelîlzad: Pêwîst e Washington hejmûna Îranê li Iraqê sînordar bike

Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê Zilmay Xelîlzad radigihîne, pêwîst e Washington hejmûna Îranê li Bexdayê sînordar bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê Zilmay Xelîlzad radigihîne, pêwîst e Washington hejmûna Îranê li Bexdayê sînordar bike.

Zilmay Xelîlzad gotarek li rojnameya “Wall Street Journal” a Amerîka belav kir û nivîsî: “Berî hilbijartinên Iraqê pêwîst e Amerîka rûbirûyî hewlên ferehbûna hejmûna Îranê û destêwerdana wê di hilbijartinên wî welatî de bibe.”

Wî dîplomatkarê Amerîkî aşkere dike, “Îran niha dixwaze xwe ji Kurd ve nêzîk bike, ta bandora xwe ya zêdetir li Herêma Kurdistanê hebe, ew herêma ku hevpeymanê xurt ji Amerîka re hatibû naskirin.”

Pêştir jî, Balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman di konferanseke rojnamevanî de gotibû: “Washington ji destêwerdana Îranê ya di nav karûbarên navxweyî yên Iraqê de nîgeran e. Îran rêgiriyê li pêş vebûna Iraqê li ser welatên cîran û cîhanê dike.”

Ji aliyekî din ve, jêderekî siyasî ya Iraqê ragihandibû, “Di çend rojên bê de, Îran Fermandarê Supaya Qudisê Qasim Suleymanî dişîne Iraqê, ji bo nakokiyên di nava mala Şîeyan de heye asayî bike.”

Wê jêderî got jî: “Suleymanî li Bexdayê dê kar li ser razîkirina aliyên Şîe bike, ta ji piştî hilbijartinan yek berbijêr ji postê serokwezîrtiyê re hebe.”

 

S. B