Ceneralekî Siûdî: Pêwîst e Kurd pêkve ji bo Kurdistana mezin têkoşînê bikin

"Amerîka hevpeymana taktîkî ya Kurdistanê ye, lê hevpeymana stiratîjî ya Îran û Tirkiyê ye. Nek hevpeymana melayan û Erdogan e".

K24 - Navenda Nûçeyan

Ceneralê xanenişîn yê hewalgiriya Siûdiye û Serokê Sentera Lêkolînên Siyasî û Stiratîjî li Rojhilata Navîn, Enwer Macid Işqî ragihand, ku hevgirtin û bizavkirin ji bo damezirandina dewleta Kurdistana mezin, take riya li pêşya Kurdan e.

Enwer Macid Işqî, ku berî niha şêwirmendê taybet yê Emîndarê Encûmena Ewlekariya Niştimanî yê Siûdiyê bû û niha jî Serokê Sentera Lêkolînên Siyasî û Stiratîjî li Rojhilata Navîn e, li ser Twittera xwe nivîsiye: "Amerîka hevpeymana taktîkî ya Kurdistanê ye, lê hevpeymana stiratîjî ya Îran û Tirkiyê ye. Nek hevpeymana melayan û Erdogan e".

Işqî dibêje: "Pêwîst e Kurd rêzên xwe biyek kin, pêwîst e armanca stiratîjî ya wan damezirandina dewleta Kurdistana mezin be, wê yekê jî bi riyên aştiyane pêk bînin".

Daxuyaniyên wî berpirsê berê yê Siûdiyê, piştî wê yekê tên, ku Herêma Kurdistanê, di 25ê Êlûna sala derbasbûyî de, piroseya referanduma serxwebûna Kurdistanê encam da û bêtirî 92% ji welatiyên Herêma Kurdistan û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêmê, deng ji bo serxwebûnê dan.

N.O