PDK bê ala Kurdistanê venagera Kerkûkê

Cîgirê Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di parlemantoya Iraqê de ragihand, ti hêzeke Pêşmerge venegeriye Kerkûkê û PDKê bê ala Kurdistanê venagere Kerkûkê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di parlemantoya Iraqê de ragihand, ti hêzeke Pêşmerge venegeriye Kerkûkê û PDKê bê ala Kurdistanê venagere Kerkûkê.

Cîgirê Serokê Fraksiyona PDKê Şaxwan Abdulah beşdarî bernama “Basî Roj” a K24ê bû û ragihand, PDKê bê rêkeftinekê di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de û bê bilindkirina ala Kurdistanê venagere Kerkûkê.

Hin dezgehên medyayên Iraqê belav kirine, ku hêzeke Pêşmerge ku ser bi Yekêtiya Niştîmanî ya Kurdistanê ve ye, bi hevrêzî li gel Bexdayê vegerya ye Kerkûkê.

Supasalarê Pêşmerge Cemal Îmînkî ji Kurdistan24ê re ragihand, ku hayê wan ji vegera hêzên Pêşmerge ji bo Kerkûkê tine ye û her rêketinek ku ne bi riya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wezareta Pêşmerge be, ewê red bikin.

Ev demeke behsa vegera hêzên Pêşmerge ji bo navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistan tê kirin, ji bo vê mebestê jî Amerîka û Birîtanya bizavên xwe zêde kirine, lê heya niha negihiştine ti rêketinekê.

 

S. B