Aldar Xelîl: Operasyoneke hevbeş bi Iraqê re dikin

Hevserokê Desteya Rêvebir a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl radigihîne, egere Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û artêşa Iraqê operasyoneke hevbeş li ser sînorê Iraq û Sûriyê bi rê ve bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Desteya Rêvebir a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl radigihîne, egere Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û artêşa Iraqê operasyoneke hevbeş li ser sînorê Iraq û Sûriyê bi rê ve bibin.

Aldar Xelîl ji ajansa “Reuters” re ragihand, metirsiyeke mezin ji vegera DAIŞê li rojhilatê Sûriyê heye, bi taybet ji piştî vekişîna hêzên HSDê ber bi Efrînê û rûbirûbûna artêşa Tirkiyê.

Got jî: “Iraq welatekî cîran e û ji ber teror û DAIŞê dinale. Hebûna DAIŞê li navçeya di navbera me de heye û ev jî tê wateya ku eger e operasyoneke hevbeş were kirin.”

Aldar Xelîl amaje bi wê jî da, tektîka şerê Efrînê hatiye guhartin, bi taybet piştî dagîrikirina wê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, tektîka niha jî pêwîstiya wê bi hejmareke mezin a şervanan nîn e. Loma hejmara mezin a şervanan dê biçe navçeyên ku DAIŞ li heye û rûbirûyî wê bibe.”

Da zanîn jî, ji piştî operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê û dagîrkirina Efrînê, çekdarên DAIŞê sûde ji wê valahiya ku çê bûye dîtin û niha ji nû ve serî zêde dibin.

Artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên opozîsyona Sûriyê di 20ê Çileya bûrî de dest bi êrîşa li ser Efrînê kirin, HSDê jî beşek ji şervanên xwe ji rojhilatê çemê Ferêt vekişandin û ber bi Efrînê ve birin.

Peyvdara Fermî ya operasyona Bagera Cizîrê ya HSDê Lîlwa Ebdulah ragihandibû, ji ber êrîşên li ser bajarê Efrînê, hêzên wan ji rojhilatê çemê Ferêt vekişiyane, da ku li Efrînê li dijî artêşa Tirkiyê şer bike.

 

S. B