Serok Barzanî peyama spasiyê ragihand

Hevsozî û hevbeşiya xelkê azîz ê Kurdistanê, li xem û pirse û serxweşiyê da ji bo me herdem cihê rêz û teqdîrê û cihê şanaziya me ye

K24 – Navenda Nûçeyan

 Serok Barzanî di peyamêkê de spasiya tevayiya welatiyên Kurdistanê û aliyên siyasî yên Kurdistanê, Iraqê, Konsul û nûnerên welatan, mamostayên olî û nûnerên pêkhateyên neteweyî, olî û rêkxistinên civaka sivîl, kesayetiyên siyasî û civakî, ferhengî û Akademî û werzişî, Fermande û Hêzên Pêşmerge, Asayiş, polîs û berpirsên îdarî û siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê û Iraqê dike, ku beşdarî di şînîya Dilovan Îdrîs Barzanî de kirin e.

Di Peyama Serok Barzanî de hatiye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Spasiyên xwe yên bê payan pêşkêşî hemû hemwelatiyên xweşdiviyên Kurdistanê û aliyên siyasiyên Kurdistan û Iraq û Konsol û nûnerê welatan û kesayetiyên olî û nûnerê pêkhatên neteweyî û olî û rêxistinên civakî û medenî û kesayetiyên siyasî û civakî û çandî û akademî û werzîşî û fermande û hêzên qehremanên Pêşmerge û Asayîş û Polîs û berpirsên îdarî û siyasî û hemû çîn û tuwêjên Herêma Kurdistan û Iraq û hemû Kurdistaniyên azîz li her çar parçe û derveyê welat dikîn ku zehmetê kêşan û beşdarî li pirse û serxweşiya xwedê jêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî kirin û hevsozî û hevxemiya xwe derbirîn û xema me kêm kirin.


Li vir da bi pêwîst dizanim spasî wan hemû birêzên derve û navxweya Kurdistan û Iraq û serkirde û berpirs û kesayetiyê welatan bikim ku li rêya telefon û biruske û peyamên serxweşiyê yan bi her awayek ku karîn li xema me da hevpar bûn.


Pêzanînên min ji bo wan hemû xelkên li rêya nêzîk û dûrve hatibûn û erk kêşan û li xema me beşdar bûn. Spasî taybetî ji bo malbat û kesukarên şehîdan û enfalkiriyan ku hevxemiya xwe ji bo me derbirîn. 


Hevsozî û hevbeşiya xelkê azîzê Kurdistanê, li xem û pirse û serxweşiyê da ji bo me herdem cihê rêz û teqdîre û cihê şanaziya me ye. Spasî hemwelatiyên xweşdiviyê bajaroka Selaheddîn dikim,  ku li van çend rojan da tehemula zehmetî û qelebalixiyê kirin û mîhvandariya xelkê kirin. Her wiha spasî erk û keda hêzên asayîş û polîsan dikim ku erkê rêxistina rê û ban û asayîş li ser milê wan bû. Hêvîdarim hemû aliyek ji êş û nexweşiyê dûr bin û xwedayê mezin xêra we hemûyan binivîsê û dilovaniya xwedê li koçkiriyên we yên hemû aliyek bê.


Mesûd Barzanî
05.04.2018

 

 

C.B