Hejmara girtiyên Xûzistanê 200 kes derbas kir

Nerazîbûna Erebên Îranê derbasî roja xwe ya 8an bû û heta niha jî, zêdetirî ji 200 kesan hatine girtin

K24 – Navenda Nûçeyan

 Nerazîbûna Erebên Îranê derbasî roja xwe ya heştan derbas bû û heta niha jî, zêdetirî ji 200 kesan hatine girtin.

Xwepêşandanên Erebên Îranê li çendîn bajarên parêzgeha Xûzistan li başûrê rojavayê wî welatî di derbirîna nerazîbûnê de berdewam in. Kempîna mafê mirovan ya Îranê jî ragihand ku, heta niha 200 kes di wan xwepêşandanan de hatine girtin.

Ji aliyek din ve Ajansa çalakiyên mafê mirovan a Îranê eşkere kiriye, hejmarek zêde ji xwepêşanderan brîndar bûn e û hêzeke zêde ya ewlekariyê ji parêzgehên din ên Îranê ji bo Xûzistanê hatine veguhistin.

Sedema destpêkirina xwepêşandanan ji hefteya borî ve ew bû ku, di programek zarokan de amaje bi navê hemû gelên Îranê hatiye kirin û amaje bi navê Ereban nehatibû kirin.

 

 

C.B