Rêveberiya xweser biryara girtina Fûad Elîko û Ibrahîm Biro da

ENKS derbarê wan tometan, daxuyaniyek belav kir û têde tometên li dijî her yek ji Ibrahîm Biro û Fûad Elîko red kir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Dozgeriya giştî ya di dadgeha berevaniya gel de li bakurê Sûryê, di daxuyanyekî de ragihandiye, ku piştî giliyên xelkê Efrînê li dijî endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûryê (ENKS) û li dijî Partiya Yekîtiya Kurd li Sûryê (YEKÎTÎ), wan biryara girtina her yek ji Sikirtêrê Partiya Yekîtî û endamê komîta pêwendiyên derve ya ENKS Ibrahîm Biro û endamê polîtbîroya YEKÎTÎ û endamê serkirdatiya Hevpeymanya opozisyona Sûryê Fûad Elîko daye.

Di wê daxuyaniyê, herdu serkirdeyên partiya YEKÎTÎ û ENKSê, hatine tometbarkirin ku destên wan di êrîşa li ser Efrînê de hebû û wan piştevaniya dagîrkirina Efrînê kiriye, ji ber vê yekê jî wan biryara girtina herdu serkirdeyên ENKS daye.

Ji aliyê xwe ve, herdu serkirdeyên ENKSê wan tometan red dikin û dibêjin ku biryarên rêveberiya xweser nerewa ne û tometên wan bê bingehin.

Berî niha jî Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûryê (ENKS) derbarê wan tometan, daxuyaniyek belav kir û têde tometên li dijî her yek ji Ibrahîm Biro û Fûad Elîko red kir.

Nakokiyên di navbera rêveberiya xweser û ENKSê de, vedegerin berî operasyona artêşa Tirkiyê li Efrînê, di roja 13 Tebaxa 2016an de, asayişa li Rojavayê Kurdistanê, serokê wê demê yê ENKSê Ibrahîm Biro desteser kir û piştre ew sirgûnî Herêma Kurdistanê kir. Biro wê demê ji medya Kurdî re got: "Piştî girtina min li Qamişlo, du kesan yek ji wan riwê xwe nixumandibû, min bi otombêlekê anîn ser sînorê Herêma Kurdistanê û gotin: Tu ne hêja ye li vî welatî bijî, heger tu careke din vegere, emê te bikujin û qet qetî bikin".  

N.O