Sûriyê dest bi Operasyona kontrolkirina Dûma ya Xûta Rojhilat kir

Hikumeta Sûriyê dest bi Operasyona kontrolkirina bajarê Dûma yê Xûta Rojhilat kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikumeta Sûriyê dest bi Operasyona kontrolkirina bajarê Dûma yê Xûta Rojhilat kir.

Piştî deh rojan ji rawestandina şer û pevçûnan li Xûta Rojhilat a Şamê, carek din balefirên hikumeta Sûriyê ew bajar bombebaran kirin. Di encam de jî, ligor Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan 35 kes hatine kuştin.

Televizyona Sûriyê ragihand ku, Artêşa Sûriyê derbasî baxçeyên Dûmayê bûn e û dê Operasyona xwe li Dûmayê destpê bikin.

Hikumeta Sûriyê dibêje, ew bombebaran wek bersivke ji topbarankirina Ceyş el Îslam ji bajarê Şamê re ye. Lê medya ya Opozisyona Sûriyê diyar dike, ew bombebarankirin piştî wê yekê tê ku, Ceyş el Îslam derketin ji bajarê Dûma red kiribû.

Bajarê Dûma, dawî bajarê Xûta Rojhilat e, ku heta niha di bin kontrola Opozisyona Sûriyê de ye, ku di çend rojên borî de, hemû bajar û bajarokên Xûtayê bi serpereştiya Rûsya hatibûn valakirin.

 

 

C.B