Amerîka qonaxa piştî vekişandinê ji Sûriyê digel Kurdan gengeşe dike

Wezîrê Berevaniya Amerîka James Matîs ragehand, ew digel hevpeymanên xwe yê Kurd gotûbêjan dikin, da ku pirsa alîkariya wan, piştî vekişîna wan ji Sûriyê yekalî bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka qonaxa piştî vekişandinê ji Sûriyê digel Kurdan gengeşe dike.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka James Matîs ragehand, ew digel hevpeymanên xwe yê Kurd gotûbêjan dikin, da ku pirsa alîkariya wan, piştî vekişîna wan ji Sûriyê yekalî bikin.

Wezîrê Berevaniya Amerîka got jî, ew niha digel Hevpeymanên xwe û hin aliyên din di danûstandin û şêwrê de ne û di van nêzîkan de ew dê bigihin çareyekê ji bo wê pirsê.

Matîs ew axaftin di çarçoveya bersiva pirsyarekî de, li ser pabendiya Amerîka beramberî Kurdan, li Rojavayê Kurdistanê da.

Amerika ev demek e bijardeya vekşandinê ji Sûriyê aniyê rojevê û Serokê Amerika Trump ligel aliyên din ên birêvebiriya Amerika vê pirsê gengeşe dikin.

 

C.B