Necmedîn Kerîm: Li navçeyên veqetandî beşdarî hilbijartinan nebin

Necmedîn Kerîm: Navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê dagîrkirî ne û baştir e ku Kurd li wan navçeyan beşdarî hilbijartinan nebin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand, ku navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê dagîrkirî ne û baştir e ku Kurd li wan navçeyan beşdarî hilbijartinan nebin.

Necmedîn Kerîm di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê got: "Ji bo rewatî bi dagîrkirina navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê neyê dayin, divê Kurd li wan navçeyan beşdarî hilbijartinan nebin".

Herwiha got: "Ev yek pirseke netewî ye û ne li dijî ti aliyekî ye, ji bo rewatî bi wan hilbijartinan neyê dayin, ku ji niha ve em zanin em bi beşdariyê biser nakevin, lewra em beşdar nebin wê baştir be, daku piştre em karibin bêjin, ku me beşdarî di wan hilbijartinan de nakiriye û encamên wan nerewa ne".

Necmedîn Kerîm bi sedema bûyerên 16ê Cotmeha sala derbasbûyî, neçar bû ji bajarê Kerkûkê derkeve û di çendîn dîdaran de tekez kiriye, ku gef li ser jiyana wî hebû.

Piştî ku Kerkûk û navçeyên din yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê, bi rêketineke nihênî radestî Heşda Şeibî û artêşa Iraqê hat kirin, Hikûmeta Iraqê Rakan Seîd Cibûrî kir parêzgarê Kerkûkê bi wekalet û heya niha encûmena parêzgeha Kerkûkê, ku desthilata danîn û dûrxistina parêzgar di destê wê de ye, ji ber rewşa bajar nekariye civînên xwe lidar bixe.

N.O