Cemîl Bayik: Kurd yekîtiya axa Sûryê dixwazin
K24 - Navenda Nûçeyan
Hevserokê KCK Cemîl Bayik ragihand, ku ew ne li dijî her rêketinekê ne di nav Kurdan û Hikûmeta Sûryê de û got: Baştirîn kar ji bo Hikûmeta Sûryê ew e, ku li gel Kurdan lihev bike û Sûryake nû ava bikin ku azadiya Kurdan qebûl bike, ji ber ku Kurd li gel yekîtiya Sûryê ne û naxwazin ew welat parçe bibe.
Herwiha Bayik diyar kir, ku pêwîst e Hikûmeta Sûryê li gel Kurdan kar ji bo rizgarkirina Efrîn, Cerablus, Bab û Idlibê bike û Tirkiyê ji nav axa Sûryê derxîne.
Derbarê Bakurê Kurdistanê hevserokê KCK Cemîl Bayik ragihand, ku di buhar û havîna îsal de, ewê pîlanên AKPê û MHPê bidawî bînin û ew aliyên kar li ser jinavbirina Kurdan dikin, ewê bixwe bên jinavbirin.
Navhatî ji medya nêzîkî PKKê re zelal kir, ku di vê buhar û havînê de, ewê berxwedana li dijî AKP û MHPê li hemû Rojhilata Navîn bihêz bikin û gerîlayên PKKê wê li her cihekî dest bi berxwedanên mezin bikin.
Bayik tekez jî kir, ku AKP û MHP wê baceke mezin beramberî dijatiya wan ji Kurdan re bidin.
N.O