PDK: Serok Barzanî amade ye navbênkariyê di navbera Tirkiye û HDPê de bike

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi şandeke fermî li Herêma Kurdistanê ye û rewşa Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê bi Serok Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re û partiyên siyasî re guftûgo dike. HDP dixwaze komdengiyeke Kurd dirust bike. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) aşkere dike, Serok Barzanî ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê amade ye navbênkariyê di navbera Tirkiye û HDPê de bike.

K24 – Hewlêr

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi şandeke fermî li Herêma Kurdistanê ye û rewşa Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê bi Serok Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re û partiyên siyasî re guftûgo dike. HDP dixwaze komdengiyeke Kurd dirust bike. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) aşkere dike, Serok Barzanî ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê amade ye navbênkariyê di navbera Tirkiye û HDPê de bike.

Hevseroka HDPê Pervîn Bulden ji rojnamevanan re got: “Em li vir sedana partiyên siyasî dikin û girîngiyê li pêwendî û diyaloga di navbera aliyên Kurdî didin. Herwiha nerîna xwe li ser pêwîstiya yekîtiya netewî ya Kurd vedibêjin. Hêvîdar im bi vê serdana me, aştiya di navbera aliyên Kurdî bihêztir be û pirsgirêk jî nemînin. Bi kurtî ev armanca serdana me ye.”

Di 16ê Cotmeha bûrî û bi hevkariya aliyekî sereke yê Herêma Kurdistanê beşek ji xaka Kurdistanê kete destê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê û di 18ê Adara bûrî jî Efrîn kete destê Tirkiyê. Bi nerîna parlemanterê HDPê Osman Baydemîr, ku ji piştî referandûma serxwebûnê û têkçûna proseya aştiyê, siyasetek ji bo dajayetîkirina Kurd hatiye peyrewkirin, ji ber wê bi pêwîstî dizane ku Kurd yek helwest be.

Osman Baydemîr got: “Piştî têkçûna pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê û piştî ku referandûm ku mafê gelê Kurd bû li Başûrê Kurdistanê û herwiha dagîrkirina Kerkûkê û herwiha dagîrkirina Efrînê, mixabin li her çar perçeyên Kurdistanê dijminatî li gelê Kurd tê kirin, neheqî û zulm li gelê Kurd tê kirin. Gelo siyasetên çi li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê em dikarin li ser vê astê di xalên hevpar de çawa rê û rêbazekê ji bo tifaqa Kurdan bikin?”

Partiya Demokrat a Kurdistanê di wê baweriyê de ye, ku rewşa niha ya Kurd gelekî hestiyar e û divê hemû aliyên Kurdî lihev bicivin. Derbarê proseya aştiyê jî tekez dike, heger HDP û Tirkiyê bixwazin, Serok Barzanî amade ye navbênkariyê di navbera wan de bike.

Li ser wê babetê Peyvdarê PDKê Mehmûd Ehmed li ser wê got: “Pêwîst e hevdengî û têgihêştinek di navbera hemû aliyên Kurdistanî hebe derbarê fişarên li ser Kurdistanê heye, bi awayekî giştî. Çi wek Partiya Demokrat a Kurdistanê, çi wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çi wek kesayet û karînên ku li cem Serok Barzanî hene bo dirustkirina vê babetê, tekez wê dike, lê divê her du alî wê yekê bixwazin.”

Şanda HDP ji hevseroka giştî HDP Perwîn Buldan û her yek ji perlemanterên HDP, Osman Baydemîr, Feleknas Ûca û Îmam Taşçîer pêk tê. Biryar e jî roja Duşemê şanda HDPê serdana Silêmaniyê jî bike û li gel berpirsên YNK û Tevgera Goran jî bicive.