Kesekî li Almanya ajot ser xelkê: kuştî û brîndar hene
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Munster ê Almanya li otombilek ji cure vagn, ajotiye ser xelkê li kafeteryayek derveyî û ligor zanyariyên destpêkî kuştî û hejmarek brîndar hene. Hejmara kuştiyan nehatiye diyarkirin, lê hejmara brîndaran zêdetirî 30 kesan hate ragihandin.
Ligor rojnameya herêmî Rheinische Post, polis lêkolînên xwe derbarê bûyerê de destpêkirin e û baweriyek xûrt heye ku, êrîşek terorî be.
Ligor hin jêderan êrîşbar xwe kuştiye.
Piştî bûyerê hejmarek zêde ambulans hatine cîhê rûdanê û brîndar veguhestine nexweşxaneyên bajêr. Cîhê bûyerê jî, ji alî polis ve hatiye dorpêçkirin.
C.B