Çekdarên DAIŞê li rojavayê Kerkûkê sê welatî kuştin
K24 - Navenda Nûçeyan
Di êrîşeke çekdarên DAIŞê de, sê welatî li bakurê rojavayê Kerkûkê hatin kuştin.
Jêderekî ewlehiyê li parêzgeha Kerkûkê ragihand, ku hijmarek ji çekdarên DAIŞê êrîşî gundê El-Kêf kir, yê ser bi Dubiz ve li bakurê rojavayê Kerkûkê, û di encama wê êrîşê de, sê welatî hatin kuştin.
Piştre çekdarên DAIŞê ber bi cihekî nediyar ve reviyan û hêzeke ewlehiyê li cihê bûyerê belav bû.
Ev çend meh in, çekdarên DAIŞê li gellek navçeyên parêzgehên navîn û bakurê Iraqê, liv û tevgerên xwe zêde kirine û rewşa ewlehiya wan navçeyan aloztir bûye.
N.O