Serok Barzanî û Selîm Cibûrî proseya siyas ya Iraqê û hevkêşeyên nû guftûgo dikin

Serok Barzanî û Serokê Parlemantoya Iraqê Selîm Cibûrî proseya siyasî ya Iraqê, hevkêşe û pêşhatên siyasî yên nû guftûgo kirin û ronahî xistin ser astengên li pêş proseya siyasî û qonaxa dahatû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî û Serokê Parlemantoya Iraqê Selîm Cibûrî proseya siyasî ya Iraqê, hevkêşe û pêşhatên siyasî yên nû guftûgo kirin û ronahî xistin ser astengên li pêş proseya siyasî û qonaxa dahatû.

Îro Serokê Parlemantoya Iraqê Selîm Cibûrî bi boneya koça dawiyê ya xwedê jê razî Dilovan Îdrîs Barzanî serxweşî û hevxemiya xwe ji Serok Barzanî re derbirî. Tekezî jî li rol û pêgeha Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê di qonaxên bûrî, niha û dahatû de kir, ji bo peydakirina aramî û xwedîderketina li koçber û derbideran.

Her du aliyan li ser wê yekê hevnerîn bûn, ku li hemberî pêşhatên siyasî di pêwendî û şêwirmendiya berdewam bin.

Îro Serokê Parlemantoya Iraqê Selîm Cibûrî piştî civîna wî li gel serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji Kurdistan24ê re got: "Serkirdeyên Herêma Kurdistanê, roleke bibandor di aramiya Iraqê û demokratîkirina wê de lîstin. Heger di paşerojê de, kêşe hebûn, niha pêwîst e bi diyalogê bên çarekirin û em karin kêşeyên nav Hewlêrê û Bexdayê bi wê riyê çare bikin."

Selîm Cibûrî got jî: "Di rastiyê de, serdana me ji bo xwestina sersaxiyê bû ji birêz Nêçîrvan Barzanî û Serok Barzanî, lê me behsa çend doseyên giring yên rewşa niha jî kir, ku me bihevre girêdide, hilbijartin li pêşya me ne, em hest dikin ku Herêma Kurdistanê wek gel û serkirdatî, roleke baş ji bo aramiya Iraqê û danîna bingehên demokratiyê lîstine".

 

S. B