Trump: Heywan Esed!

Bûyera bikaranîna gazên kîmyewî lidij Xûta Rojhilat cîhan rakir ser piyan. Serokê Amerikayê Donald Trump, rexneyên gelek tund li Rusya û Iranê kirin, Serokomarê Suriye Esed – Heywan! Binav kir!

K24 – Navenda Nûçeyan

Bûyera bikaranîna gazên kîmyewî lidij Xûta Rojhilat cîhan rakir ser piyan. Serokê Amerikayê Donald Trump, rexneyên gelek tund li Rusya û Iranê kirin, Serokomarê Suriye Esed – Heywan! Binav kir!

Herweha Britanya jî Îran û Rûsya tometbar kir û piştgiriya wan a mezin ji Esed re wekî bîngehek a bikaranîna gazên kîmyewî destnîşan kir.

Ji aliyê xwe ve Şêwirmendê ewleyiya Koşka Spî Thomas Bossert diyar kir ku, her cûre bijarde niha liser mêza a Amerikayê ne.

Dewleta Tirkiye jî, ku hevkarê Iran û Rûsya ye, garantorê pêvajoya Astana ligel Tehran û Moskow e, heman demê ligel Rûsya û Iranê rêkeftin liser Xûta Rojhilat wekî herêma kêmkirina şer kiribû, bi awayek tund rexne li rejîma Şamê girt.

Rejîma Şame çendîn caran gazên kimyewî di şerê navxweyî yê Suriye de bikar aniye.. Piştî êrîşa kimyewî ya sala par di meha Nîsanê de hemberî devera Xan Şeyxun, Amerika jî êrîş lidij artêşa Suriye pêkanî bû.

 

C.B