Rûhanî gefên tund li Trump dike

Rûhanî: Heger Amerîka ji rêketina etomî ya li gel Îranê vekişe, wê Îran bi awayekî gellekî bihêz bersivê bide û Amerîka wê poşman bibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Îranê Hesen Rûhanî ragihand, heger serokê Amerîka Donald Trump, ji rêketina etomî ya li gel Îranê vekişe, wê Îran bi awayekî gellekî bihêz bersivê bide û Amerîka wê poşman bibe".

Di gotarekê de, ku televizyonên Îranê belav kirine di merasîma "Roja Niştimanî ya Teknelocya Etomî" de, Rûhanî got: "Îran rêketina etomî binpê nekiriye, lê heger Amerîka xwe ji wê rêketinê bikişîne, bê guman ewê poşman bibe, ji ber ku bersiva me wê gellekî bihêztir be ji tiştê ku ew pêşbînê dikin û di hefteyekê de ewê vê yekê bibînin".

Serokê Îran diyar kir, ku pîşesaziya etomî ya Îranê bikarînî û hûrbînî pêşdikeve û bi ti awayekî ew pêşveçûn sist nebûye.

Rûhanî got: "Bilindkirina astê karînên me di wî warî de, nayê wateya gef û destdirêjiyê li ser kesekî, lê Îran piştrast kiriye, ku karîna wê ya danûstendinan û diyalogê li gel hêzên cihanî heye".

Daxuyaniyên Rûhanî di demekê de ne, Amerîka gefa vekişînê yan guherîna rêketina etomî li gel Îranê dike û biryar e meha dahatî Trump helwesta nû ya welatê xwe beramberî wê rêketinê eşkere bike.

N.O