Lavrovo: Divê Tirkiye Efrînê bide hikûmeta Sûriyê

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, divê Tirkiye herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê radestî rêjîma Sûriyê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, divê Tirkiye herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê radestî rêjîma Sûriyê bike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro li Mosko piştî ku bi Wezîrê Derve yê Tacîkistanê Sirocidîn Aslov re hevdîtin kir, derket pêşberî rojnamevanan.

Sergey Lavrov li ser rewşa Efrînê got, her gava Tirkiye gihîşt armancên xwe yên li Efrînê divê wê deverê radestî hikûmeta Sûriyê bike. Jixwe Erdogan dema operasyonê jî gotibû hêzên Tirkiyê li Efrînê namînin.

Lavrov her wiha got, dema Amerîka xwast bi Kurdên Sûriyê hêzeke ewlehiyê li ser sînorê Tirkiye û Iraqê ava bike Tirkiyê ew wek gef dît ji ber wê jî operasyona Efrînê pêk anî.

Sergey Lavrov got jî: “Serokomarê Tirkiyê ti carî negotiye ewê Efrînê dagîr dikin û jê dernekevin. Em jî dibêjin, her gava karê Tirkiyê li wir xilas bû divê wê deverê radestî hikûmeta Sûriyê bike.”

Ev daxuyaniya Wezîrê Derve yê Rûsyayê di demekê de ye, fermandarên YPGê Rûsyayê tometbar dikin, ku Rûsyayê rê da Tirkiyê ku êrîşî Efrîn bike.

Herwiha duh jî, TEV-DEM di daxuyaniyekê de Rûsya bi perçekirina Sûriyê tometbar dike û got: “Dewleta Rûsya dixwaze Sûriyê parçe bike… Li Efrînê, Rûsya destek da Tirkiyê ku beşek ji xaka Sûriyê bi rengekî eşkere dagir bike.”

Beriya niha serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî daxwaz kiribû Tirkiye Efrînê bide hikûmeta Sûriyê. 

 

S. B