Erdogan: Liser rewşa Efrînê em biryar didin, ne Lavrov!

Erdogan diyarkir ku, sekna Lavrov seknek şaş e û anî ziman: “Gava dema wê hat, em dê Efrînê radestî Efriniyan bikin. Dema radestkirinê jî, em dê diyar bikin, ne Lavrov”

K24 – Navenda Nûçeyan

 Daxûyaniya Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov a radestkirina Efrînê bo rejîma Suriyê, Serokomarê Tirkiyê helwêstek tund hemberî van daxûyaniyên Lavrov nîşan da û got: “Efrînê em dê radestî kê bikin, ev biryara me ye, ne ya Lavrov!”

Erdogan diyarkir ku, sekna Lavrov seknek şaş e û anî ziman: “Gava dema wê hat, em dê Efrînê radestî Efriniyan bikin. Dema radestkirinê jî, em dê diyar bikin, ne Lavrov”.

Sergey Lavrov gotibû ku: “Erdogan tu caran negot, em dê Efrînê dagîr bikin. Ligor dîtina me jî, baştirîn rê ji bo Efrînê, vegerandina kontrola Efrînê ya hukimeta Suriye ye, Tirkiye divê Efrînê radestî hukimeta Suriye bike”.

 

 

C.B