Mesrûr Barzanî: Li Herêma Kurdistanê ewlehî parastî ye

Marx Riter: Di pilana me de ye û bi me xweş e, di pêşerojê de, di warê emnî û rêxistinî de, em alîkariya Herêma Kurdistanê jî bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di dema civîna wî de, li gel berpirsê nivîsgeha tîma Yekîtiya Ewropa ji bo çaksaziyê di warê ewlehiyê de li Iraqê Marx Riter û şanda li gel wî, Şêwirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ku "Ewlehî li Herêma Kurdistanê heya astekî baş parastî ye û ji rewşa navçeyên din yên Iraqê cuda ye".

Herwiha amadebûna Herêma Kurdistanê nîşan da, ji bo her hevkariyekê bi mebesta wergirtina mifayê ji alîkariyên teknîkî yên tîma navhatî û got: "Em li Herêma Kurdistanê dixwazin mifayê ji ezmûna we werbigirin ji bo rûbrûbûna gefên li ser ewlehiyê, bi taybetî ku yekem karên me, parastina canê welatiyên sivîl e".

Civîna di nav Şêwirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û tîma Yekîtiya Ewropa ji bo çaksaziyê di warê ewlehiyê de li Iraqê
Civîna di nav Şêwirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û tîma Yekîtiya Ewropa ji bo çaksaziyê di warê ewlehiyê de li Iraqê

Di civînê de jî, ku berpirsa nivîsgeha Yekîtiya Ewropa li Hewlêrê "Klaris Pastory" têde amade bû, gotûbêj li ser mîkanîzma serederiyê li gel gefên emnî û parastina canê welatiyên sivîl hatin kirin.

Ji aliyê xwe ve, Marx Riter bi kurtî behsa erkên tîma navhatî li Iraqê û armanca serdana wan ji bo Herêma Kurdistanê kir û ragihand: "Karên me ji bo tevahiya Iraqê ye û taybet e bi pêşkêşkirina alîkariyên teknîkî".

Herwiha Marx Riter eşkere kir, ku di pilana wan de ye û bi wan xweş e, di pêşerojê de, di warê emnî û rêxistinî de, alîkariya Herêma Kurdistanê jî bikin.

N.O