London: May û Trump bersivdana artêşa Esed gotûbêj dikin

May û Trump lihev kirine, ku pirsa bikaranîna çekên kîmawî ji aliyê rêjîma Sûryê ve, bê bersiv derbas nebe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Nivîsgeha serokwezîra Birîtanya Theresa May, belav kiriye ku May li gel serokê Amerîka Donald Trump, lihev kiriye ku bihev re kar li ser reşnivîseke taybet bi bersivdana Sûrya bikin.

Piştî ku serokê Amerîka Donald Trump, li gel Tîma Ewlehiya Netewî ya welatê xwe civiya, pêwendiyeke telefonî li gel Serokwezîra Birîtanya encam da.

Di wê pêwendiyê de, herdu aliyan behsa mijara bersivdana artêşa Beşar Esed kirin, li ser wê êrîşa kîmawî ya ku li dijî xelkê sivîl li bajarê Dûma yê Xûta Rojhilat pêk anîbû.

Amerîka, artêşa Esed bi wê yekê tometbar dike, ku Şemiya derbasbûyî 7ê vê mehê, çekên kîmawî di bordûmankirina Dûma de bikar aniye.

Ji aliyê xwe ve Hikûmeta Sûryê wan tometan red dike û Rûsya jî ragihandiye, ku pisporên wê ti belge li ser bikaranîna çekên kîmawî ji aliyê rêjîma Esed ve ne dîtine.

Biryar e sibe pisporên Rêxistina Navdewletî ya Bergiriyê ji Çekên Kîmawî, ji bo encamdana lêkolînan, derbasî bajarê Dûma bibin.

Duh jî, çend jêderên Amerîkî belav kirin, ku bi riya wergirtina hin nimûneyan ji (mîz û xwîna) wan kesên ku ketine ber êrîşa Dûmayê de, bi belgehan ji wan re piştrast bûye, ku artêşa Sûryê çekên kîmawî bikar aniye.

Li gorî daxuyaniyeke Nivîsgeha Serokwezîra Birîtanya, di wê pêwendiya May û Trump de, herdu aliyan lihev kirin, ku pirsa bikaranîna çekên kîmawî ji aliyê rêjîma Sûryê ve, bê bersiv derbas nebe.

Jêder: Reuters

N.O