Zakharova: Berî niha Esed zilamê Amerîka û Birîtanya bû

Zakharova: Esed piraniya jiyana xwe li Birîtanya derbas kir, ew bêtir zilamê wan welatan e, nek zilamê Rûsya ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdara wezareta derve ya Rûsya Maria Zakharova ragihand, ku serokê Sûrya Beşar Esed, "Baştirîn dostê Birîtanya û Amerîka bû, nek yê Rûsya bû".

Di hevdîtinekê de, li gel kenala (Sky News)ya Birîtanî Zakharova got: "Berî jinavbirina çekên kîmawî, Esed baştirîn dostê Amerîka û Birîtanya bû, ne yê Rûsya bû".

Got jî: "Wezîrê derve yê berê yê Amerîka John Kery, dema ku endamê Encûmena Pîran ya Amerîka bû, pêwendiyeke wî ya baş û dostane li gel Esed hebû".

Herwiha got: "Esed piraniya jiyana xwe li Birîtanya derbas kir, ew bêtir zilamê wan welatan e, nek zilamê Rûsya ye".

Hefteya derbasbûyî, welatên rojava artêşa Sûryê bi encamdana êrîşeke kîmawî li bajarê (Dûma) tometbar kirin.

Li ser wê yekê, Rûsya red kir ku ew tometên welatên rojava rast bin û ragihand, ku ti belgeyek li ser bikaranîna çekên kîmawî ji aliyê rêjîmê ve nehatiye dîtin.

N.O