Mattis ji bo Tirkiyê: Emê bedîlê S-400 bidin we
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê bergiriya Amerîka James Mattis ragihand, ku welatê wî amade ye bedîlê sîstema bergiriya mûşekî (S-400) ji Tirkiyê re dabîn bike.
Mattis got: "Ez şîretê li Tirkiyê nakim ku sîstema bergiriya mûşekî (S-400) ji Rûsya bikire".
Di dema amadebûna wî de, di rûniştina Komîta Hêzên emnî de, li nav avahiya Encûmena Nûnerên Amerîka, Mattis got: "Tirkiye dixwaze sîstemeke bergiriyê ya cuda ji sîstemên bergiriya navçeyê bidest bixe".
Herwiha got: "Baştirîn rê ji bo dabînkirina pêdiviya Tirkiyê, riya Hevpeymaniya Bakurê Etlesî (NATO) ye".
Zelal kir, ku "Amerîka li gel Tirkiyê gotûbêjan dike û amade ye sîstemêke din ya bergiriya mûşekî ji Tirkiyê re peyda bike, ku li gel pîvan û sîstemên NATO guncaw be".
Di çend rojên derbasbûyî de, di dema serdana Serokê Rûsya de ji bo Tirkiyê, herdu aliyan tekezî li ser bicîkirina girêbesta kirrîna sîstema bergiriya mûşekî (S-400) kirin.
Nûnerên Rûsya û Tirkiyê, di meha Berçileya sala derbasbûyî de, girêbesta kirrîna sîstema bergiriya mûşekî ya Rûsî (S-400)îmze kirin.
Herwiha Enqera ragihand, ku Rûsya du patriyên wê sîstemê ji Tirkiyê re terxan kiriye, ku kadirên Tirkiyê dikarin wan bikar bînin.
Jêder: RT
N.O