Lalonde: Divê Kurd di biryarên pêşeroja Suriye de beşdar bin
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlemantereke Yekîtiya Ewropa tekezî li ser wê yekê dike ku, pêwîst e Kurd li Sûriyê di biryarên çarenivîssaz de beşdar bibin.
Parlemantera Fransî ji Partiya Lîberal a Demokrat Patrîcîa Lalonde, tekezî li ser wê yekê kir ku, divê Kurd li Sûriyê di her biryarekî pêşeroja Sûriyê de beşdar bibe.
Ew Parlementera Yekîtiya Ewropa di civîna di derbarê Sûriyê de, piştevaniya xwe ji bo rola Kurdan li Sûriyê tekez kir.
C.B