Piri: Rapora YE peyamek zelal neda Tirkiye

Kati Piri: diviya bû Komîsyon peyameke zelal daba Serokomarê Tirkiyê ku, dê bersiva siyaseta wî hebe û di mercên niha de, nûjenkirina Yekîtiya Gumrikê bi Tirkiyê re nemimkun e

K24 – Navenda Nûçeyan

Raportera Yekîtiya Ewropayê Katî Pîrî, rapora Komîsyona Ewropa ya derbarê Tirkiyê de kêm dibîne û dibêje, Ewropa firsenda dayîna peyameke zelal bo Receb Tayîb Erdogan jidestê xwe revandiye.

Katî Pîrî, liser bloga xwe taybet da xuyakirin, raporta Yekîtiya Ewropa wek dihat pêşbînikirin pir tund e, lê komîsyon nekarî encamên siyasî nîşanî hikûmeta Tirkiyê bide. Li Tirkiyê pîvanên bingehîn yên demokrasiyê bi destûra nû ji holê hatine rakirin, lê hê jî xeyalên hikûmetê bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê zindî ne.

Da zanîn, diviya bû Komîsyon peyameke zelal daba Serokomarê Tirkiyê ku, dê bersiva siyaseta wî hebe û di mercên niha de, nûjenkirina Yekîtiya Gumrikê bi Tirkiyê re nemimkun e û nabe prosesa serbestiya vîzeyê jî destpê bike.

 

 

C.B