Kompaniyên Belcîkî ji bo kîmyabarana Dûma tên dadgehkirin

Sê kompaniyên Belcîkî, bi tometa ku wan keresteyên kîmawî firotine kompaniyên Sûryê, têne dadgehkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Sê kompaniyên Belcîkî, bi tometa ku wan keresteyên kîmawî firotine kompaniyên Sûryê, têne dadgehkirin.

Ajansa Reuters belav kiriye, Peyvdarê Dadgeheke Belcîkî ragihandiye ku, wan roja 15 Gulanê destnîşan kiriye ji bo dadgehkirina sê kompaniyên Belcîkî, ku keresteyên kîmawî di navbera salên 2014an û 2016an de şandine Sûryê û Lubnanê, ji wan jî madeya Isopropanol ya ku di berhemanîna gaza sarîn de tê bikaranîn.

Herwiha Peyvdarê Dadgeha Belcîkî diyar kir, ku molet bi wan kompaniyan re nebû, ku wan keresteyan ji bo Sûryê bişînin.

Di 7 vê mehê de, Hikûmeta Sûryê êrîşeke kîmawî li ser xelkên devera Dûmayê encam da û têde bêtirî 150 welatiyên sivîl ji zarok û jinan canên xwe jidest dan û bi sedan jî birîndar bûn.

N.O