Balyozê Birîtanya li Iraqê: Divê pirsa Kerkûk were çarekirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Balyozê Birîtanya li Iraq Jon Wilks ji Kurdistan24ê re ragihand, ku pirsa Kerkûkê piştî hilbijartinan, wê bibe beşek ji gotûbêjan di nav Hewlêr û Bexdayê de û em hemû aliyan han didin ku rêzê li beşdariya hemû pêkhatên Kerkûkê bigirin".
Balyozê Birîtaniya li Iraqê tekez kir, ku pêwîst e piştî hilbijartinan çareyeke guncayî ji bo pirsa Kerkûkê bê dîtin.
Jon Wilks got jî: "Em ji dil kar dikin û alîkariya komisyona hilbijartinan dikin, alîkariya NY û Iraqiyan dikin ji bo birêveçûna piroseya hilbijartinan.
Wilks diyar kir, ku berî sê rojan, ewî li gel çendîn balyozan gotûbêj kiriye û bihev re û kar dikin daku dilgiraniyên meşextan li Kurdistan û Iraqê nehêlin û daxwaza wan ji bo beşdariyê di hilbijartinan de bicî bikin.
N.O