Şener: Çarenivîsa hilbijartinan di destê Kurdan de ye

Damezrînerekî AK Partî dibêje, çarenivîsa hilbijartinan di destê Kurdan de ye û divê partiyên dijbere bi vê hestiyariyê tevbigere

K24 – Navenda Nûçeyan

Damezrênerekî AK Partî dibêje, çarenivîsa hilbijartinan di destê Kurdan de ye û divê partiyên dijbere bi vê hestiyariyê tevbigre.

Damezrênerê AK Partî û Cîgirê Serokwezîrê Berê Ebdulatîf Şener beşdarî Artî TV bû û da xuyakirin, divê partiyên dijbere di nêzîkatiya xwe ya hember HDPê de hestiyar bin ku, ev nêzîkatî bandor li hemû kurdan dike û banga hestiyarî li CHP û Partiya Saadetê kir.

Şener got, ev ne hilbijartina pêşwext e, hilbijartina lezgîn e û armanca desthilatê jî ew e ku aliyên din bê amadekarî bihêlin û da xuyakirin, divê bo gera duyem, namzedeke weha hebe ku dengên HDP û Kurdan werbigre.

 

C.B