KMM: Rewşa Awarte, dibe sedema binpêkirina hemû maf an
K24 – Navenda Nûçeyan
Şaxa Wanê ya Komeleya Mafên Mirovan (KMM) IHD, rapora 3 mehên dawî ya binpêkirina mafên mirovan ragihand.
Di daxûyaniyê de, bal hat kişandin ku, Rewşa Awarte, hemû maf û azadiyên bingehîn yên civakî û kesayetî ji holê rakiriye û ev jî dibe sedema binpêkirina hemû mafan.
Serokê Komeleya Mafên Mirovan yê Wanê Murat Melet, da zanîn ku, ew binpêkirinên, ku karibûne piştrast bikin radigihînin. Lê hêjmar gelek zêdetir e û rêyên tespit kirin û agahdarbûnê jî, hatine astengkirin.
Di raporê de hat ragihandin ku, li gor diyardeyên IHD ya Wanê, di 3 mehên dawiyê de bidestxistiye, hezar û 208 bûyerên binpêkirinên mafên mirovan pêkhatin e.
Dîsa bal hat kişandin ku, di Rewşa Awarte de, biryara hilbijartinên pêşwext hatiye dayîn û tê xwestin, dîsa di Rewşa Awarte de hilbijartin pêk bên, lê encam çi bibe bila bibe, meşru nîn e.
C.B