Li Reqa gorek bikom hat vedîtin

Ew gora bikom di bin stadyoma Reqayê de hatiye dîtin, ku termê nêzîkî 200 kesan, ji sivîl û tundrewan li xwe digire.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Komîteya Dubare Avakirinê di encûmena sivîl a Reqayê de Ebdella El-Reyyan ragihand, ku goreke bikom di bin stadyoma Reqayê de hatiye dîtin, ku termê nêzîkî 200 kesan, ji sivîl û tundrewan li xwe digire.

El-Reyyan got: Heya niha wan kariye 50 termî ji wê gorê derxînin û termê çekdarên tundrew nav û nasnavên wan hatine naskirin û yên sivîl tenê navê wan yê yekem hatiye naskirin.

Berî niha jî Hikûmeta Sûryê, du gorên bikom li derdora Reqayê dîtibû, ku di herdu goran de jî, nêzîkî 200 kes hatibûn veşartin.

Di Cotmeha sala derbasbûyî de, hêzên HSD bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, karîn çekdarên wê girûpê ji bajarê Reqa derxînin û tevahiya deverê control bikin.

N.O