Hikumeta Kurdistanê, Roja Rojnamegeriya Kurdistanê pîroz dike

Di daxûyaniya ku Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz dike de hatiye ku, rojnamegeriya Kurdistanê û dezgehên medyayî yên Kurdistanê di parastina aştiya civatî de rolek berçav bilîzîn û bibin pirek di navbeyna gel û hikumeta Kurdistanê de

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikumeta Kurdistanê, bi egera weşandina yekem rojnameya Kurdî û destpêka rojnamegeriya Kurdî, ku bi weşandina rojnameya Kurdistan di 22ê Nîsan a 1898an de li paytexta Misrê Qahireyê çap bû, daxûyaniyek pîrozbahiyê arasteyî rojnamevaniya Kurd kir.

Di daxûyaniya ku Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz dike de hatiye ku, rojnamegeriya Kurdistanê û dezgehên medyayî yên Kurdistanê di parastina aştiya civatî de rolek berçav bilîzîn û bibin pirek di navbeyna gel û hikumeta Kurdistanê de.

Di berdewamiya daxûyaniyê de tê diyarkirin: “Li Kurdistanê hebûna dezgehên medyayî yên xwedî ramanên siyasî yên cuda û xebata di rewşa azad de cîhê serbilindiyê ye. Rojnamevanên Kurdistanê bi bîngehê pêbaweriyê, dirustbûn, objektivbûnê û sekna rastgo, bi metodên xebata modern, di parastin û pêşxistina maf û azadiyên gelê xwe de dikarin rolek berçav bilîzîn”.

Hikumeta Kurdistanê destnîşan dike ku, di çarçoveya prensibên azadiya rojnamevanî de hewl dide, hemû binemayên xebata azad ji rojnamegeriya Kurdistanê re pêkbîn e. Di vê çarçoveyê de daxwaz ji rojnamegeriya Kurdî tê kirin, ku di aşriya civatî û siyasî û kultura aştiyane de rola xwe diyar bikin. Alîkarên parastin û pêşxistina zanyariya neteweyî bin. Pîrozbahiyên xwe digihînin Sendiqeya Rojnamevanên Kurdistanê, Rojnamevaniya Kurdistanê…

 

 

C.B