Artêşa Tirkiyê rê nade termê bi dehan welatiyên Efrînê bi xakê bên spartin

Navenda Medya ya Efrînê belav kir, artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve termê welatiyên Kurd ên Efrînê yên rojane têne kuştin, yan di şer û bombebarana artêşa Tirkiyê de şehîd bûne li ser rê û nava zeviyan dihêlin, ji bo tirsê bixin dilê welatiyan û rê nadin jî kesek wan terman bi axê bispêrin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Navenda Medya ya Efrînê belav kir, artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve termê welatiyên Kurd ên Efrînê yên rojane têne kuştin, yan di şer û bombebarana artêşa Tirkiyê de şehîd bûne li ser rê û nava zeviyan dihêlin, ji bo tirsê bixin dilê welatiyan û rê nadin jî kesek wan terman bi axê bispêrin.

Navenda Medya ya Efrînê aşkere kir, tevî şer û pevçûnan li Efrînê, artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve rê nadin kesekî ku wan terman veşêrin û ew term li ser rê û li nava zeviyan belav bûne.

Li gor zanyariyên Navenda Medya ya Efrînê, rojane çavên welatiyên Efrînê li wan terman dikevin û bi taybet li derdora navçeya Cindirêsê, gundê Kefir Sefrê, gundên navçeya Raco û Bilibilê û leşkerê Tirkiyê nahêlin xelk wan terman kom bikin û bi xakê bispêrin.

Jêderên navxweyî û çalakvanên tûra civakî tekez dikin, bi dehan term bi mebest li nêzîkî rêbenda gundê Kîmarê ya çekdarên opozîsyona Sûriyê hatine kom kirine, ji bo rojane xelkê Efrînê yên vedigerin Efrînê wan terman bibînin û tirs bikeve dilê welatiyan.

Li gor yasayên şer û peymana Cenêvê û yasayên navdewletî, pêwîst e bi vî awayê nemirovane serederî bi termên kuştiyên şer re neye kirin. Herwiha nabe jî sivikî bi terman bê kirin.

Artêşa Tirkiyê bi beşdariya hêzên bijayî û esmanî û zêdetir ji 50 hezar leşker û zêdetir ji 35 hezar çekdarên opozîsyona Sûriyê roja 20ê Çileya bûrî êrîşî ser Efrînê kirin û piştî 58 rojan di 18ê Adarê derbasî Efrînê bûn û dagîr kirin.

Di encama êrîşa leşkerî ya Tirkiyê de û li gor Hevserokatiya Desteya Bicîkar ya Encûmena Damezrêner a Federaliya Bakurê Sûriyê, 501 welatiyên sivîl şehîd bûne û 797 welatiyên din jî birîndar bûne.

 

S. B