Kandîdê Heşda Şabî yê Serokwezîriya Iraqê – Hadî Amirî ye

Fermandarê grûba Esheb-I Ehl-î Heq, ku girêdayî Heşda Şabî Keys Hez Elî diyarkir, Hadî Amirî yê Serokê Hevpeymaniya Fetih e, wekî kandîdê xwe yê Serokwezirîya Iraqê radighînin

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê grûba Esheb-I Ehl-î Heq, ku girêdayî Heşda Şabî Keys Hez Elî diyarkir, Hadî Amirî yê Serokê Hevpeymaniya Fetih e, wekî kandîdê xwe yê Serokwezirîya Iraqê radighînin.

Hevpeymaniya Fetih, dinav Heşda Şabî de ku piştgiriya xwe ji Îranê werdigre, 15 yekîneyan dinav xwe de dihewîne.

Keys Hez Elî herweha anî ziman ku, bandora hevpeymaniya Fetih dinav Heşda Şabî de mezin e. Hadî Amirî kandîdê wan ê Serokwezîriya Iraqê ye, lê ger Amirî neyê hilbijartin ew dîsa jî, dê rêzê li Serokwezîrê nû bikin.

 

 

C.B