Mela Bextiyar: Desthilata serbazî li navçeyên pirsgirêk li ser, berovajî Destûrê ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Siyasî yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê radighîne, sepandina desthilata serbazî li navçeyên pirsgirêk li ser, berovajî Destûrê û maddeya 140 ye.
Mela Bextiyar di bersîva pirsyara Nûçegîhanê Kurdistan 24 de li Silêmaniyê ragihand, li navçeyên Kurdistanî azadî hatiye binpêkirin.
Mela Bextiyar diyar jî kir, namzet û berpirsên wan, li wan navçeyan nikarin azadane biaxifin û tekez kir, binpêkirin di derheqê hemû Partiyên Kurdî li navçeyên pirsgirêk li ser heye, pêk tên.
C.B