Li Brukselê 4.4 milyar Dolar ji bo penaberên Sûrî hat komkirin

Mogarini: Yekîtiya Ewropa heya niha 11 milyar Euro, ji bo welatiyên Sûrî yên ku penaber bûne û yên ku di nav bajarên Sûryê de meşext bûne, kom kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di roja xwe ya diwem û ya dawî de, bi beşdariya bêtirî 80 welatî û gellek rêxistinên navdewletî û yên Netewên Yekgirtî, kongirê alîkariyan Sûryê li Bruksela paytexta Belcîka, 4.4 milyar Dolar ji bo penaber û meşextên Sûrî kom kir.

Di wî kongirî de, berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropa Fedrika Mogarini ragihand, ku Yekîtiya Ewropa heya niha 11 milyar Euro, ji bo welatiyên Sûrî yên ku penaber bûne û yên ku di nav bajarên Sûryê de meşext bûne, kom kiriye.

Herwiha Fedrika Mogarini diyar kir, ku Yekîtiya Ewropa bi riya wî kongirî, dixwaze derfetekê ji bo berdewamiya danûstandinên Cinêvê peyda bike û daxwaz ji Rûsya û Îran kir, ku fişarê li Hikûmeta Sûryê bikin daku tevî danûstandinan bibe.

Di şerê Sûryê de, ku ketiye sala xwe ya 8an de, bêtirî 6 milyon kes meşext bûne û bêtirî 5 milyon keen din jî penaber bûne û li gorî Netewên Yekgirtî, pêwistiya bêtirî 13 milyon kes di nav Sûryê de, bi alîkariyan heye.

N.O