Tê gotin: Gul nabe namzetê Serokomariyê!

Parlamenterê CHPê Bariş Yarkadaş, li ser twîtterê da xuyakirin, Serokerkan Hulusî Akar û Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin bi helîkopterê çûn e serdana Gul û jê xwestine, hember Erdogan nebe namzet

K24 – Navenda Nûçeyan

Abdullah Gul, Serokomarê yazdemîn yê Tirkiyê, bo hilbijartinên Serokomariyê namzete yan na? Pirsa sereke ya demên dawî ev e.

Serkirdeyek Partiya Saadetê bo ajansa Reutersê ragihand, Abdullah Gul biryara xwe da ye, ku nebe namzet û sibê ew dê bi raya giştî re parve bike.

Gelo çima Gul ji namzediyê xwe vekişand.

Parlamenterê CHPê Bariş Yarkadaş, li ser twîtterê da xuyakirin, Serokerkan Hulusî Akar û Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin bi helîkopterê çûn e serdana Gul û jê xwestine, hember Erdogan nebe namzet.  Bi hin hewldanên Dewlet Bexçelî jî Gul xwe namzetbûnê vekişandiye.

Yarkadaş dibêje, eger ku Ebdula Gul biryara namzetbûnê da ba,  28 parlamenterên AK Partî amade bûn derbasî Partiya Saadetê bibin.

Binalî Yildirim, Serokwezîrê Tirkiyê da xuyakirin, Ebdula Gul hember Erdogan wek projeyek bû, lê teqiya û tu girîngiya wî nema ye.

Binalî Yildirim – Serokwezîrê Tirkiyê diyarkir:

"… Diviya bû Abdullah Gul piştî dawîbûna dema xwe ya Serokomariyê hatiba Partiyê û gotiba, ez di emrê Partiya xwe de amade me. Kevneşopiya AK Partî weha ye. Di dema hilbijartinên berê yên Serokomariyê de, Tayîb Erdogan fêdakarî kir cihê xwe da Abdullah Gul. Diviya bû Gul vê bîne bîra xwe. Lê berê xwe da aliyeke din û çû."

Aliyên ku dixwazin hember Receb Tayîb Erdogan namzetekî bihêz derxin ku bikaribe dengê oldar, çepgir û Kurdan bihevre bigre, dibêjin, Abdullah Gul bo vê namzetekî guncaw bû. Di serî de helwesta tund ya Meral Akşener û hin tundên nav CHPê dibin sedem ku, Receb Tayîb Erdogan di gera yekem de bi asanî bê hilbijartin.

 

 

C.B