Erdogan: CHP bûye zirna Gulen
K24 - Navenda Nûçeyan
Di dema beşdariyê di şeşemîn kongirê AKPê de li Izmîrê, serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, ku CHP hatiye guhertin û bûye zirna Fethella Gulen, ku dadweriya Tirkiyê girûpa wî wek rêxistineke tîrorîstî tomar kiriye".
Erdogan derbarê serokê CHPê Kemal Kilîçdaroglû got: "Ew kesê ku berî niha digot, heger kudeta bê kirin ewê li pêşya tankan raweste, çendî ew bixwaze wê yekê veşêre û red bike, lê hemû belge û tomarên kenalan li ser wî hene, ew ne li dijî kudetayê bû, ji ber ku ew bi xwe kudetaçî ye".
Li ser hilbijartinên Tirkiyê ku biryar e di Hizêrana îsal de bên encamdan, Serokê tirkiyê got: "Ez di wê baweriyê de me, ku 24 Hizêranê, hem di hilbijartinên serokatiyê de û hem jî di hilbijartinên perleman de, emê bi rêjeyeke mezin ji dengan derbasî dîroka siyasî bibin".
Jêder: Ajansa Anadol
N.O