HSD: 1ê Gulanê li Dêra Zorê operasyona li dijî DAIŞê dest pê dibe

Rêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî ji K24ê re ragihand, operasyona HSDê li dijî DAIŞê li Dêra Zorê 1ê Gulanê dest pê dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî ji K24ê re ragihand, operasyona HSDê li dijî DAIŞê li Dêra Zorê 1ê Gulanê dest pê dibe.

Mistefa Balî beşdarî bultena K24ê bû û ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî bi hemû aliyên xwe ve û HSDê di nava wê de rojane ji bo danîna planan û dabînkirina çekê pêwîst û destpêkirina operasyonan di amadekariyan de ne.

Rêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya HSDê aşkere kir jî, operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a bi navê Bagera Ferêt li parêzgeha Dêra Zorê li dijî DAIŞê roja 1ê Gulanê ji nû ve dê dest pê dibe.

Mistefa Balî amaje bi wê jî, hewlên rêjîma Sûriyê yên ji bo astengkirina vê operasyonê, dê bê sûde be, ji ber ku ew bi şerê li dijî terorê bibiryar in û ew biryar dê heta dawiyê bi rê ve biçe.

Îro li parêzgeha Dêra Zorê li rojhilatê çemê Ferêt hêzên rêjîma Sûriyê êrîşî HSDê kiribû û 4 gund girtibûn, lê Peyvdarê HSDê vê êvarê ragihand, ku wan ew gund ji nû ve ji destê rêjîma Sûriyê vegerandin.

    

 

S. B