Bi dehan çekdarên Îranî di êrîşeke nû de li Sûryê hatin kuştin

Riwangeha Sûrî: Di encama êrîşê de, bîst û şeş çekdarên alîgirên rêjîma Sûryê hatine kuştin ku beşek ji wan Îranî ne û hejmarek din jî birîndar bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Êrîşeke dinî mûşekî li dijî bingehên Îranî û yên rêjîma Sûriyê li Heleb û Hemayê hat kirin û di encamê de, bi dehan çekdarên alîgirên rêjîma Sûryê, ku hin Îranî ji di nav wan de ne, hatin kuştin.

Televizyona fermî ya Sûrî ragihand, ku şevê din çend bingeheke serbazî li derdora bajarên Heleb û Hemayê, bi mûşekan hatin bordûmankirin, lê diyar nekir ku kîjan welatî ew êrîş encamp daye.

Li ser wê êrîşê, Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan eşkere kir, ku bordûman li navçeya baregeha lîwaya 48an ya li derdora Hemayê bûye, ku çekdarên ser bi Îranê ve li gel hêzên rêjîma Sûryê li wê bingehê bicî bûne.

Herwiha Riwangeha Sûrî ragihand, ku heya niha nehatiye zanîn kî bi wê êrîşê rabûye, lê ew li dijî bingeheke serbazî di navbera bajarê Selheb û gundê Nehir Barid de li derdora Hemayê bûye û di encamê de, bîst û şeş çekdarên alîgirên rêjîma Sûryê hatine kuştin ku beşek ji wan Îranî ne û hejmarek din jî birîndar bûne.

Berî niha jî, di 14/4/2018an de, her yek ji Amerîka, Fransa û Birîtanya êrîşî çendîn bingehên rêjîma Sûrya kirin û di wê êrîşê de, bêtirî 100 mûşekî bikar anîn, ku hin ji wan mûşekan rastî bingehên çêkirina çekên kîmawî hatin kirin, bitaybet piştî êrîşa kîmawî li bajarê Dûma yê Xûteya rojhilatê Şamê, ku Amerîka rêjîma Sûrya bi encamdana wê êrîşê tometbar kir.

N.O