Trump û Netanyahu behsa metirsiya Îranê dikin

Pompeo: Çalakiyên Îranê li navçeyê, bûne cihê dilgiraniyê û Amerîka piştevaniya Israîl dike, ku bi awayekî bihêztir ji berê rastî metirsiyên Îranê bê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Koşka Sipî ragihand, ku serokê Amerîka Donald Trump, pêwendiyeke telefonî li gel serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu encam daye û têde behsa Îranê û têkdana wê ji aramiya Rojhilata Navîn re kirine.

Pêwendiya di nav herdu aliyan de, piştî civîna Netanyahu û wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo hat encamdan.

Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo, ku niha di yekem serdana xwe de, weke wezîrê derve yê Amerîka hatiye Rojhilata Navîn, di kongirekî rojnamevanî hevbeş de li gel Netanyahu got: "Çalakiyên Îranê li navçeyê, bûne cihê dilgiraniyê û Amerîka piştevaniya Israîl dike, ku bi awayekî bihêztir ji berê rastî metirsiyên Îranê bê.

Herwiha Pompeo got jî: "Washington piştevaniya hevpeymanên xwe yên Ewropî jî dike, ku sizayên bêtir li ser wan kes û dezgehan pisepînin, ku pêwendiya wan bi pêşxistina pirogramê mûşekî yê Îranê re heye.

N.O