Temelî: Bi çareserkirina pirsa Kurdî Tirkiye û Rojhilata Navîn aram dibe

Hevserokê HDPê Sezaî Temelî da xuyakirin, rûyê rast yê desthilata Tirkiyê mirov zêdetir di nêzîkatiya Kurdan de dibîne. Bajarên Kurdan wêran dike, zarokên wan dikuje û bi navê Kurdî çi hebe tune dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê Sezaî Temelî da xuyakirin, rûyê rast yê desthilata Tirkiyê mirov zêdetir di nêzîkatiya Kurdan de dibîne. Bajarên Kurdan wêran dike, zarokên wan dikuje û bi navê Kurdî çi hebe tune dike.

Temelî di çarçoveya bangeşeya hilbijartina serokomariya Tirkiyê de li Şirnexê axivî û got, ne bi neyartiya Kurdan, eger bi Kurdan re pirsa Kurdî bê çareserkirin, wê demê dê aramî were her derê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn.

Da xuyakirin jî, desthilata Tirkiyê ne tenê li Bakurê Kurdistanê, destdirêjiya hemû mafên Kurdan dike û li hember referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, bi çeteyan re ket rêkeftinê û gelek dek û dolab gerandin.

Hevserokê HDPê got, eger gelên Kurdistana Iraqê çarenivîsa xwe diyar bikin, bo Tirkiyê çi zerera vê heye? Destkeftiyeke mezin e bo demokrasî û jiyana nû, lê ti karê desthilata Tirkiyê bi demokrasiyê nîn e.

Temelî aşkere kir jî, niha 6 hezar hevalên wan tevî hevserok û parlamenterên wan wek barimteyên siyasî di zîndanan de ne, lê ti kes nikare wan dîl bigre û serê wan bitewîne.