Pêwendiyên abûrî yên Herêma Kurdistan û Îran bihêztir dibin

Di kofirans wê behsa wan derfetan bê kirin, ku rê li ber hatina kompaniyên Îranî ji bo Herêma Kurdistanê xweş dikin, da hejmarek bêtir ji kompaniyên Îranî bên Herêma Kurdistanê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Bi mebesta bihêztirkirina pêwendiyên abûrî û bazirganî di nav Herêma Kurdistan û Îranê de, îro konfiransê pêşxistina wan pêwendiyan li Hewlêrê tê lidarxistin.

Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Bi amadebûna serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê bazirganiya Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û wezîrê bazirganiya Îranê Mihemed Şerîetmedarî û hejmarek ji parêzgar û berpirsên din yên Îranê, îro li Hewlêrê konifransê pêşxistina pêwendiyên abûrî di nav Herêma Kurdistan û Îranê de tê lidarxistin, ji bo wê mebestê, ji duh ve çend şandên pile bilind ji Îranê serdana Herêma Kurdistanê kirine".

Biryar e di wî kofiransî de behsa wan derfetan bê kirin, ku rê li ber hatina kompaniyên Îranî ji bo Herêma Kurdistanê xweş dikin, daku hejmarek bêtir ji kompaniyên Îranî li Herêma Kurdistanê kar bikin.

Hevdem berpirsên warê bazirganî yên Îran û Herêma Kurdistanê wê çend civînan lidar bixin û eger heye çend girêbestan îmze bikin.

N.O