Herêma Kurdistan û Îranê yadaştekê îmze dikin

Di yadaştê de, behsa vekirina bazarên biçûk yên azad û guherandina kereste û pêdiviyan di nav Herêma Kurdistan û Îranê de hatiye kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya lidarxistina konifransê pêşxistina pêwendiyên abûrî di nav Herêma Kurdistan û Îranê de, biryar e yadaşteke lihev têgihiştinê di navbera herdu aliyan de bê îmzekirin.

Rêvebirê giştî yê pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê di fermangeha pêwendiyên derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Ebdella Akreyî, ji  Kurdistan24ê re ragihand, ku îro li Hewlêrê yadaşteke lihev têgihiştinê di nav Herêma Kurdistan û Îranê de, ji aliyê wezîrê pilandanînê yê Herêma Kurdistanê Elî Sindî û wezîrê bazirganî û pîşesaziya Îranê Mihemed Şerîetmedarî tê îmzekirin.

Ebdella Akreyî diyar kir, ku ew yadaşt behsa bazirganiyê di nav herdu aliyan de dike û têde behsa vekirina bazarên biçûk yên azad li ser sînorên di nav herdu aliyan de hatiye kirin, herwiha beşekî din ê yadaştê behsa guherandina kereste û pêdiviyan di nav Herêma Kurdistan û Îranê de kiriye".

Bi mebesta beşdarîkirinê di konfiransê pêşxistina pêwendiyên abûrî di nav Herêma Kurdistan û Îranê de, îro şandeke pile bilind ji Îranê, bi serokatiya wezîrê barizganî û pîşesaziya Îranê Mihemed Şerîetmedarî, bi riya firîngeha Hewlêrê gihişte Herêma Kurdistanê.

N.O