Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Îranê li Iraqê kir

Di civînê de, giringî bi çaremîn konfiransê pêşxistina pêwendiyên abûrî di nav Herêma Kurdistan û Komara Islamî ya Îran de hate dayin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwazî li balyozê nû yê Komara Islamî ya Îranê li Iraqê Îrec Mescidî kir.

Malpera fermî ya Serok Barzanî belav kiriye, "Di hevdîtinekê de, pêwendiyên du alî di nav Herêma Kurdistan û Komara Islamî ya Îran de, hatin gotûbêjkirin û giringî bi çaremîn konfiransê pêşxistina pêwendiyên abûrî di nav Herêma Kurdistan û Komara Islamî ya Îranê de hate dayin, ku duh li bajarê Hewlêrê dest bi karên xwe kir û ew konfirans bi gaveke giring û serkevtî hat binavkirin, ku dibe sedema bihêztirkirina pêwendiyên abûrî di nav Herêma Kurdistanê û Komara Islamî de".

Herwiha malperê diyar kiriye, ku di wê civînê nerînên cuda derbarê rewşa siyasî û dawîn pêşhatên Iraq û navçeyê hatin bihev guhertin".

Di wê civînê de, kunsulê Komara Islamî ya Îran li Hewlêrê Murteza Ebadî  amade bû".

N.O