Yekgirtû: Beşdariya Referendûmê ji me re cihê serbilindiyê bû
K24 – Navenda Nûçeyan
Emîndarê Giştî yê Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê rexneyên tund li wan aliyan girt ku, rexneyê li Referandûma herêma Kurdistanê digrin. Diyarkir, Referandûm gavek sivîl û ji bo daxwazkirina mafekî rewa bû.
Selahedîn Behadîn di bangeşeya ji bo lîsta partiya xwe, li Dihokê got, hinek alî Referendûmê wek qaçax binav dikin û ji xwe şerm nakin, ku behsa dadgehkirina wan aliyan dikin ku Referandûm encamdan e.
Emîndarê Giştî yê Yekgirtû got jî, bi serbilindî ve, ew di Referandûmê de beşdar bûn.
C.B