NY: Dibe ku nêzîk tevahiya bingehên çêkirina çekên kîmawî li Sûryê bên jinavbirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres ragihand, dibe di hefteyên dahatî de, tevahiya bingehên berhemanîna çekên kîmawî li Sûryê, bi yekcarî bêne jinavbirin.
Di nameyekê de ji bo endamên Encûmena Ewlehiya Navdewletî, Antonio Guterres hişyarî da, ku nabe endamên encûmenê, derbarê destnîşankirina aliyê berpirs di ber bikaranîna çekên kîmawî de xemsar bin, û tekez jî kir ku divê aliyê berpirs bê sizadan.
Guterres li ser zanyariyên derbarê pirogramê çekên kîmawî li Sûrya got: Hîn pirsên bê bersiv hene û hîn jî şanda rêxistina qedexekirina çekên kîmawî tevahiya zanyariyên li ber destê xwe dixwîne.
Navhatî pêşbînî kir, ku di çend hefteyên dahatî de, tevahiya bingehên berhemaanîna çekên qedexekirî li Sûryê, bi temamî bên jinavbirin.
N.O