Îran gotûbêjan li ser çalakiyên xwe yên mûşekî red dike

Neqewî: Amerîka dixwaze bi bihaneya çalakiyên mûşekî yên Îranê, xwe ji rêketina etomî bikişîne, lê Îran li ser karînên xwe yên mûşekî gotûbêjan li gel ti aliyekî nake.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Komîta Ewlehiya Netewî di Perlemana Îranê de, Hisên Neqewî ragihand, ku Hikûmeta Îranê hemû amadekariyên xwe ji bo egera vekişîna Amerîka ji rêketina etomî kiriye.

Neqewî got jî: Amerîka dixwaze bi bihaneya çalakiyên mûşekî yên Îranê, xwe ji rêketina etomî bikişîne, lê Îran li ser karînên xwe yên mûşekî gotûbêjan li gel ti aliyekî nake.

Biryar e roja diwazdê vê mehê, serokê Amerîka Donald Trump biryara xwe ya dawî li ser rêketina etomî ya li gel Îranê bide û li gorî hin berpirsên Ameîrkî ku berî niha ji medya cîhanî re ragihandibûn, egereke mezin heye ku Serokê Amerîka biryara vekişîna welatê xwe ji wê rêketinê bide, yan jî divê Îran çalakiyên xwe yên etomî rawestîne.

N.O