Di îdara Trump de her kes û gotinekê dike

Wezareta derve ya Amerîkî: Peyvdara Koşka Sipî Sarah Sanderz e û nabe Rodolf Juliany li şûna wê derbarê siyaseta derve yan her pirseke din daxuyaniyan bide.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berpirsekî wezareta derve ya Amerîka, derbarê daxuyaniyên parêzerê Serokê Amerîka Rodolf Juliany ragihand, ku "Nabe Juliany li şûna Serok daxuyaniyan bide û bêje ku karê serekî yê Amerîka xistina rêjîma Îranê ye".

Ajansa Tas ya Rûsî, ji ser zimanê wî berpirsê wezareta derve ya Amerîka, ku nexwestiye navê xwe eşkere bike belav kiriye, Ku Rodolf Juliany yek ji parêzerên serokê Amerîka Donald Trump e, lê çênabe bi navê îdara Amerîkî biaxive, bitaybet di pirsên girêdayî bi karûbarên derveyî Amerîka".

Wî berpirsê Amerîkî diyar kiriye, ku peyvdara Koşka Sipî Sarah Sanderz e û nabe Juliany li şûna wê derbarê siyaseta derve yan her pirseke din daxuyaniyan bide.

Berî niha Juliany di kongirekî dijberên Hikûmeta Îranî de li Amerîka ragihandibû, ku xistina rêjîma Îranê karê serekî yê serokê Amerîka Donald Trump e.

N.O